T. Reşîd:"Divêt deverên êzdî lê dijîn vegerne nav Kurdistanê"

19/10/2010 01:11

 

Hevpeyvîn/ Hejar.M

Tosinê Reşîd li 22.06 1941 li gundê kûrekendî, navça Êçmîadzînê komara Ermenistana Sovyêt ji dayîk bû ye. Gundîyên wî gişk êzdî bûn. Piştî dibistana navîn (lîsê), wî li Înstîtûta Perwerdeyê, beşa Fîzîk-matêmatîk xwendîye û sala 1964 an temam kirîye. Doktora (PhD) ji kîmîyayê heye. li salên dirêj karê zanîyarî kirîye û çendek gotarên zanîyarî ser pirsên kîmîyayê çap kirine. ji sala 1957 an dest bi nivîsara helbesta kirîye, lê helbestên wan salan nehatine parastin. Bi dehan pertuk weşadine k ketina qada çand u hunera kurdî de , Ji bo romana ‘Mestûre, serê hêjayî tac bû’ (romana dîrokî) Hewlêr, ‘Aras’ 2005. û tevaya pertukên  lêkolînên u berhemên wî  bi giştî sala 2005 an  ji bal serokê hukumata Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xelata Mestûrê da Dr.Tosin.

Zincîre hevpeyvînên bi rewşenbîr u sîyasetmedarên Êzidiyan re .

Me ji bo zincîra vê carê jî ev hevpeyîna li xwarê digel berêz Dr.Tosinê Reşîd sazkir.

Sebaret  reh u rîşalên Êzidiyatî wek oleka kevin li  rojhêlata navîn, navhatî di bêje: Bi bawerîya min rehên ola êzdîya digihîjne nîveka hezarsalîya duyemîn, berî Îsa, dewrana Êmpêratorîya Mitannî. Dibe ku kûrtir jî be. Ev pirseke aloz e, pêvîstî bi lêkolînên dûr û dirêj heye. Rehên ola êzdîya dikarin di ola Daevayasna de jî bên dîtin, ku ew ol hê berî hatina hozên Hindo-Îranî li deverê hebû.

Di mawê xwendina xweya dîrokî de  Dr.Tosin gehiştî ye wê baweriyê di neqeba Êzidiyatê u kurdatiyê  de:tu guman tune, wekî êzdî kurdin. Lê ji talebextan re civakên êzdîya, bi giştî, hê jî cîhê xwe, yê hêja di girsa gelê kurd e negirtine. Ji alîyê mayîn ve hê jî piranîya kurdên misilman êzdîya wek kurd, wek xwe napejirînin. Salên dirêj ser êzdîya û ola wan lêkolînên rêk û pêk tune bûn. Rast e, van 20 salê dawî karekî hêja hatîye kirin, lê dîsan jî hindik e. Paşê jî piranîya lêkolînan negihîstine destên xwendevanê kurd.

Derbareyî  welatê sofyeta berê jî ku  biranîya kurdzan u  dîroknas ji naf derketin, ka eger çibûn? U wan karî heye neha çi biken ?.Dr.Tosin di bîje:  Bi bawerîya min têkçûna aborîyê rola xwe lîst. Lê li Ermenistanê pirsgirêkên sîyasî jî hebûn. Seroketîya Ermenistanê her tişt kir, wekî civaka kurdan, çi êzdî, çi musulman, bêş-beşî û bê serî bike. Berê kurdêm musulman der kirin, dû re jî her tişt kirin, wekî êzdîya wek komeke êtnîkîye cihê raber bikin.  Her tişt hat kirin, wekî ronakbirên kurd (êzdî) ji Ermenistanê derkevin. Heta kesên wek profêsor Sehîdê Îbo kuştin jî.Pistî derketinê çend salan bêdengîk hebû, heta kesên koçber bûyî cîhê xwe girtin. Lê niha kesên ji Yekîtîya Sovyêta berê derketî, dîsan karên xwe didomînin: Wezîrê Eşo, Celîlê Celîl, Eskerê Boik, Têmûrê Xelîl. Li Rûsîya kadroyên nû rabûne, ji talebextan re ez gelekan nas nakim, lê dikarim navên Xana Omerxalî û Nodar Mossakî bînim, ku herdu jî doktorin û bi şêwekî profêsîyonal karê xwe ser pirsên kurdnasîyê û ola êzdîya dimeşînin.

Boçon hene dibêjin 72 fermana nikarîn civaka Êzidiya ji nav bibin lê kocberîya wan di welatên biyanî da wê pêşerojek xirab bîne holê , ev pirsa han bi dîtina Dr.Tosin bi vî awayî bû:

Bi rastî jî ew tirs heye. Êzdîxane civakeke gundîyatîyê bû. Gund bûn kela parastina êzdîya û ola wan. Di gundan de sîstêmeke pêwendîyan di navbera mirîda û dunavên wan de, di navbera dunavan bi xwe de hatibû saz kirin. Bi koçberîyê ew sîstêm yan namîne, yan jî bêhêz dibe. Dibêjin filan derê pîrên Hesen Meman xurê wan tune, nikarin bizewicin. Hevalekî min şêxê Şemsan e, keça xwe daye şêxê Şêxûbekra. Dibê ‘ez çawan bikim, şêxê Şemsa bal me tunene’.

Niha pirî caran zarên xwe dibin li welêt dizewicînin. Nivşa îro vê yekê dipejirîne, lê nivşên duyem, sêyemin, ku li dervayî welat hatine dinê wê vê yekê bipejirînîn? Nikarim bêjim. Berî min jî hatîye gotin, lê divêt dîsan bêjim, wekî di ola êzdîyan de gerek rêform bên kirin, gerek ol anegorî jîyana rojane be, bi taybetî di pirsa zewacê de. Qet na gerek şêx gişk ji hev, pîr gişk ji hev bizewicîn. Pirs gelekin, lê ez naxwezim zêde herim.

Ji alîkî mayîn ve rojî û cejnên êzdîyaye olî li dervayî welat, naveroka xwe ya olî unda dikin, dibin ‘show’.

Lê pirsa sereke, divêt nivşên êzdîyaye nû bingehê ola êzdîya baş bizanibin. Îro tekîyên xaçparêze radîkal mîna bizûzê ketine nav civakên êzdîya, bi taybetî li Ermenistan û Gurcistanê gelek aktîvin. Kesên duh êzdî îro dijî ola êzdîya dipeyivin û gelek tiştên nerê jî dibêjin. Ev gişk ji nezanîyê te. Ez dîsan dibêjim, parastina ola êzdîyan di civakên gundan de hêsan bû, rewşa nû kar û xebata zêdetir dixweze.

Gelo rewşenbîrî u siyasetedar u rêveberên Êzidiyan ta çi rade karîne xizmeta civaka  xwe biken u karîne çawa pirsgirêkên olî u civakî çarebiken ?Tosinê Reşîd: Divêt berî gişkî yekîtîya civakên êzdîya biparêzin, piştovanê lêborînê bin. Divêt nehêlin civakên êzdîyaye li gelek welatan belav bûyî, niha jî ser êzdîyên partî, yekîtî û PKK bên belav kirin. Her kes xwedîyê bawarîyên xwe yên sîyasî ye, ji bo parastina êzdîyan û ola wan, divêt pêwendîyên civakên êzdîya gişkan bi hev re hebin.

Îro pisporê ola êzdîya kêm in, divêt her rewşenbîrekî êzdî, gor karibûna xwe lêkolînan ser ol û dîroka êzdîyan bike, amade be bersivên pirsên civakê ser ol û dîrokan êzdîya bide.

Kurdistana başur bingeha Êzidiyatiyê ye , rayedarên kurdistanê  jî dibêjin: xizmeta kurdên Êzidî erkê mey netewî ye, anku nebûna kurdistaneka azad , nebûna azadî u serbestîya êzidiya ye . ev gotin ji bal berêz Dr.Tosin ve bi vî awayî tê şirovekirin: Ev gotin rastin û ez bawarîya xwe bi gotinên rayedaran tînim.

Çi hukumat jî bê, Îraq usan zû ser xwe de nayê. Hê demeke dirêj dijminaya olî, mesebî  û netewî wê bidome. Ji bo vê jî bi bawerîya min divêt rojekê zû deverên êzdî lê dijîn vegerne nav Herêma Kurdistanê û parêzgeheke nû bê damezirandin, ku deverên êzdî lê dijîn gişkan hilgire nav xwe. Damezirandina parêzgeheke usan gelek giring e. Parêzgeha usan wê rê bide ku êzdî bi xwe rêveberîya xwe bikin. Be guman di çarçova Herêma Kurdistan de.  Divêt êzdîyên ji bo parlamênta Îraqê hatine hilbijartin, vê yekê ji xwe re bikin armanc.

Derbarey hebûna senterên çandî u civakî u malên kilturî yên Êzidiya gelo karîne parastina Êzidiyatiyê biken u pêşvebibin? Dr.Tosin: Bê guman karekî hêja dikin, lê eger yekîtî di navbera wan de hebûya, karê wan ê  baştir bûya. Ew mal û navend hê nikarin bi hev re konfêransan bikin.

Bê guman her kes xwedîyê bawarîyên sîyasîye û gor bawarîyên xwe dibe andem, yan alîgirê partîyên sîyasî, lê gava pirs tê ser ol, dîrok û çanda êzdîya, gerek ew navend û malên êzdîya bikaribin bi hev re kar bikin. Rewşa êzdîyaye îroyîn, pirsgirêkên pêş civaka êzdîyan vê yekîtîyê dixwezin.

Gotinek ji bal berêz Tosinê Reşîd ji bo  rwşenbîrên kurdan (Êzidî u misilman) bi hevre heye ew jî eve: Ola êzdîya dewlemendîya gelê kurd e, ku ji kûraya hezarsalan tê. Ji fermanên Zerdeştîya, Abbasîya girtî, heta fermanê Osmanîya û mejûhişkên rojên me, êzdîya ber xwe da û ola xwe parastin. Lê sed mixabin hê jî piranîya kurdan rastîya ol û dîroka êzdîyan nizanin. Divêt rewşenbîr wê rastîyê bigihînne gelê kurd, divê her tiştî bikin, wekî civakên êzdîya cîhê xwe, yê hêja di nav gelê kud de bigrin.

 

Pirtûkên Dr.Tosinê Reşîd ên çap bûyî:

 

1. Kilamê rê (şiîr) Yêrêvan, ‘Hayastan’ 1975

Ev pirtûka bi wergera tirkî re tevayî A. Balî sala 1985 an li Bêrlînê çap kirîye.

2. Zozan, (şiîr)Yêrêvan, ‘Sovêtakan grox’,1984,

3. Nîvro, (şiîr) Yêrêvan, ‘Sovêtakan grox’ 1987

Ev hersê pirtûkên şiîra bi tîpên kîrîlî hatine çap kirin.

4. Sîyabend û Xecê (drama) Stockholm, ‘Roja Nû, 1988.

Ser bingeha vê dramayê fîlm hatîye çêkirin.

5. Şeva bêxew (kurteçîrok), Stokholm, Apec, 2000,

6. 90 salîya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo (bîranîn, esse) bi dk. Husên Hebeş ve. Bonn, ‘Hogir’ 2000.

Çapa duyemîn, Duhok, Yekîtîya Nivîskarên Kurd, 2009.

7. ‘Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî’ (lêkolîn) Stockholm, ‘Roja Nû’ 2004,

Çapa duyemîn Amed, Lis, 2010.

8. ‘Min bêrîya Şevên Sipî kirîye’ (kurteçîrok) Istanbul‘Avesta’ 2005

Ev pirtûk weşanxana ‘Spîrêz’ li Duhokê sala 2005 an bi tîpên erebî çap kirîye.

9. ‘Mestûre, serê hêjayî tac bû’ (romana dîrokî) Hewlêr, ‘Aras’ 2005.

Ji bo vê romanê û berhemên min bi giştî sala 2005 an serokê hukumata Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xelata Mestûrê da min.

Sala 2008 an sê pirtûkên min amade kirine çap bûne

1. Rizalîyê Reşîd ‘Biharê bihar nedît’ (kurteçîrok), Bêrlîn, ‘Xoybûn’ 2008

2. Şikoyê Hesen “Hilbijêrek ji helbestan” Duhok, ‘Spîrez’ 2007

2. Şikoyê Hesen ‘Payîz û ba’ (şiîr) Istanbul, ‘Avesta’ 2008

3. ‘Folklora kurmanca’ Istanbul ‘ Avesta’ 2008.

Çend pêzanînên din derbarey berêz Dr.Tosinê Reşîd .Yekemîn gotara wî di ‘Rîya Teze” de sala 1961 ê çap bûye. Ji wê salê heta niha ew nivîsara gotaran didomîne. Ji sala 1966 an, berê bi Emerîkê Serdar re, pasê bi tenê bi zincîra “Ênsîklopêdîya Kurdî” gelek gotarên wî ser dîrok, çande û navdarên kurd hatine belav kirinê.

Dr.Tosin beşdarî radîyo şanoyên radîyoya Yêrêvanê bûye û di du şanoyan de “Ker û Kulik” û “Sîsê” navhatî rolên sereke lîstine.

Dawîya salên 80-î di gel Nûra Cewarî, bi navê “Zozan”, komeke folklora kurdî amade kir.

Ji sala 1993 an li Australîya, bajarê Melbourne dijî. Niha tenê karê nivîskarîyê dike.Bi karê wêjeyî û rojnamevanî re tevayî, carna karê lêkolînê jî dike.

faysalshaqooli.webnode.com

Contact

Faysal shaqooli

fkapril24@yahoo.com

Shingal - Duhok - Kurdistan - Iraq

00964-750-787-1425

Search site

Poll

Mirov karê tiştekî li gor karîn a xwe ji milat ê xwere bike, Yan mirov nikarê ?

© 2010 All rights reserved.

Make a website for freeWebnode